Endamê Fermandariya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Şiyar Şevger ji ANF’ê re axivî kir û di şexsê Fuat (Alî Haydar Kaytan) û şehîdên 14 Tîrmehê de, hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî.
Şiyar Şevger anî ziman ku ew ê ji bo şehîdan têkoşîna xwe xurttir bikin û bal kişand ser girîngî û hestiyariya demê. Şiyar Şevger diyar kir ku ev rewşa ku ew niha pê re rû bi rû ne, encama planeke demdirêj a hêzên hegemon û hevalbendên wan e ku bi salan li ser dixebitin.
Şevger diyar kir ku kuştina Qasim Silêmanî bû destpêka şerê germ ê navbera Îran û Îsraîl-Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û destnîşan kir ku armanca plana hêzên hegemon, guhertina herêmê ye. Şevger ragihand ku her çiqas Îran dixwaze di vî şerî de xwe serketî nîşan bide jî di rastiyê de têk çûye.
Fermandarê YRK’ê xalên ku binketina Îran nîşan didin wisa pênase dike:
"- Mirina fermandar û rayedarên Îranê
- Mirina rêberên Îranê
- Derbên mezin ên aborî."
Fermandarê YRK’ê bilêv kir ku hêzên girêdayî Îranê li herêmê hatine tasfiyekirin yan jî bêhêzkirin.
Şiyar Şevger anî ziman ku Îran dixwaze şer belavî hemû herêmê bike û got, “Xuya dibe ku Îran dixwaze bibe hêza desthilatdar a herêmê. Lê DYE û Îsraîl dixwazin Îraneke li gorî berjewendiyên xwe ava bikin. Ji bo vê yekê jî hewl didin ku Îranê teslîm bigirin. Her wiha ev şer şerekî demdirêj e û dibe ku bi salan jî dirêj bibe.
Weke gelê Kurd em ne Kurdên berê ne. Ji bo şerkirin an şernekirin, em berjewendiyên gelan didin berçav. Ji bo şer kirinê jî em hêza xwe ji xwe digrin. Biryara şerkirin û dema wê, berjewendiyên gelê me diyar dike, ne daxwaz an jî plana hêzên derve.
Di dema niha de divê her kes hesabê gelê Kurd bike û fêm bike ku bêyî me nikarin gavên cidî bavêjin. Gelê Kurd alîgirê şer nîn e, lê ji bo parastina keramet û rûmeta xwe her dem amade ye. Em evîndarê gel û axa xwe ne. Piştî sekinîna şer, rejîma Îranê zexta ser gel zêde kiriye û di heman demê de îdam û binçavkirinên xwe jî di asteke herî jor de dide meşandin. Ev yek weke sedema zêdebûna nakokî û dûbendiyê ya di navbera gel û rejîmê de tê pênasekirin. Bi van kiryaran nikare gel bitirsîne an bitepisîne; berevajî wê, gel yekdengtir û bi hêrstir dibe. Eger Îran dixwaze bi aramî bijî, divê bi gel û hêzên gel re bikeve nav diyaloga çareseriyê. Tevî hemû kîn û aciziya gel a li hemberî rejîmê jî gel di dema şer de destek neda hêzên derve. Sedema vê yekê ew bû ku dizanî ev şer ne di berjewendiya gelan de ye, lê berjewendiya vî şerî ya DYE û Îsraîlê ye; ji ber vê yekê nexwest bibe pêlîstoka wan hêzan."
Fermandarê YRK’ê ragihand ku pêdiviya gel bi xurtkirina yekrêzî û yekdengiyê heye û got, “Di heman demê de gel divê xwe bi rêxistin bike, da bikaribe bi hêza xwe pirsgirêkên xwe çareser bike. Îran li hin herêman operasyonên leşkerî li dijî gerîla dimeşîne. Weke PJAK em her tim dibêjin ku em ne alîgirê şer in, lê em ti êrîşan jî bê bersiv nahêlin û li ku derê pêdivî hebe em ê xwe biparêzin. Hêzên PJAK ji bo her rewşê amade ne û hêza wan a bersivdanê heye, lê heya niha nexwestine ku bi hemû hêza xwe bersiva erîşên Îranê bidin. Ji bo bikaranîna teknîka serdemê em hêzeke nûjen in û xwedî pisporiya pêwîst in.
Di êrîşa dawiyê de, hêzên Îranê nekarîn li ser erdê bi gerîla re bikevin nava şer, lewma bi balafir û çekên giran êrîş anîn ser wan. Di encamê de Heval Arjîn, Cîhan, Bawer û Şahan şehîd bûn. Di wî şerî de jî ziyaneke mezin gihişte hêzên Îranê jî. Gerîla di ax û welatê xwe de bi gelê xwe re di nava jiyan û xebatê de ye û ti carî êrîşî ti hêzê nekiriye. Lê hêzên rejîma Îranê êrîşî wan kiriye."
Şiyar Şevger bang li gel kir ku li her çar şehîdan xwedî derkevin û ev tişt got, “Fermandar Arjîn ji bo avakirina yekîtiya gel, berê xwe da Rojhilat û di xebatan de cih girt. Her çar şehîd qehremanên serdemê ne. Divê rêya wan şehîdan heta serketinê were domandin. Di heman demê de di navbera Şino û Pîranşar de şeş pêşmergeyên Demokratê jî şehîd bûn. Ez wan jî bi bîr tînim û ji malbatên wan re sersaxî dixwazim. Hem hevalên me û hem jî pêşmergeyên ku şehîd bûne, di encama sîxuriyê de şehîd bûne. Yên ku destê wan di xwîna şehîdan de hene, tu carî nayên efûkirin. Yên ku sîxuriyê dikin, hîn nebûye dereng bila dest ji wan kiryaran berdin.
Heya derfet heye, bila yên ku xeletî kirine werin, xwe bidin efûkirin û di nav gel de cih bigrin. Bi rûmet xebat bikin. Di dîrokê de dijmin her tim Kurd bi destê Kurd daye kuştin. Bila hişê xwe bînin serê xwe. Eger îxaneta xwe berdewam bikin, zarokên Kurdan wê nehêlin ew jiyan bikin."
Fermandarê YRK’ê Şiyar Şevger bal kişand ser hevpeymana partiyên Kurdî û ev weke gaveke erênî nirxand û got, “Divê yekîtiya neteweyî bêhtir ava bibe û firehtir bibe. PJAK û YRK li gel yekîtiya gelê Kurd hatine avakirin. Em di ferqa girîngiya demê de ne û em li gorî vê tevdigerin. Ji bo avakirina artêş û fermandariya hevpar a Kurdî em xwe amade dibînin."
Şiyar Şevger di dawiya axaftina de xwe de destnîşan kir ku ji bo gihîştina azadî, jiyaneke wekhev û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, divê ciwan û gel berê xwe bidin refên têkoşînê û beşdarî xebatên tevgerê bibin û anî ziman ku ji bo serketinê pêdivî bi parastinê, yekbûna gel a civakî û vala derxistina lîstikên dagirkeran heye.